Biçûkêd Kurmancan

EM KÎ NE?

*Em çar gênc û ciwan in ji vê axê, ji pişta vî qewmî. Çar xemxwirên gotinê, ş’irê, reşbelekîyên wê ne.

*Her yek ji me dengekî xwe, rengekî xwe heye; li gora takesesîya xwe awir û çeperên xwe yên cihê hene. Di vî karî de çar hevrê - çar qafadar - çar delodîn - çar şûm di heman rêka dûr de ne. Her yek ji me çi ji dest me hat, em ê hewl bidin, bi karên xwe tê de beşdar bin. Çavên xwe zîq, guhên xwe bel, destên xwe bilind bikin, em û hûn ji vir û bi pê de bi qasî çend tilî-tikandinê nêzîkî hev û du ne.

ÇIMA BIÇÛKED KURMANCAN?

*Me ev nav li xwe kir ji ber ku em ne sahibrewac in, ne melûmatfiroş in, ne pîr û kal in, ne dînozor in lê bes biçûk in, biçûkêd kurmancan in, mebest û armanca me nûxwazî û nûjenî ye. 

*Taliya talî ev silavek e bo Xanî, ew Xanîyê ku bûye kana îlhamê ji bo navlêkirinê.

ÇIMA EM DADIKEVIN MEYDANA NIVÎSÊ?

*Helbesta kurdîya kurmancî heçku formûl in û yê ku van formûlan hîn bibe dikare xwedêgiravî helbestan binivîse û bibe helbestkar. Çavkanî û referansên vê helbestê dîyar in ji ber formûlîze bûye û lewra mîna berûyên darekê pîvazên mişarekê dişibin hev; çavkaniyên wê yên biyanî dîyar in, çavkaniyên wê yên tirkî dîyar in û mixabin çavkaniyên wê yên kurdî jî kêm zêde dîyar in. Ev yek hema bêje ji aliyê hemû helbestkaran ve bi awayekî hatine pejirandin.  Derbarê mijarên poetîk ên weke ‘helbest çi ye?’, ‘riste çi ye?’, ‘hêma çi ye?’, ‘metafor çi ye?’ de wekî ku hemû li hev kiribin. Kevneşopiya me ya helbestî wekî milkê bavê wan be di tehekkuma wan a edebî de maye; kerr û kor û lal in; erd  biheje ne xem e, şerê sêyemîn yê dinyayê derê ne xem e; realîteyên weke smartphone, network û înstagram filan derên ne xema wan e, qirşekî wan li ber bê naçe, naleqin û nalivin ji cihê xwe. Lewra ev liv û tevger û helwest bi qasî serê derziyê jî ne nêzîkî jîndarîyê û wê jîyanê ku her geş dibe nîne. Ji ber hindê di helbestê de binyadeke statîk û kohne derketiye holê, balkêş e kes ji vê rewşê aciz jî nabe, hal wisa be helbesteke baş dernakeve elbet. Li hemberî binyada heyatî ya statîkbûyî em acizîyên xwe dibêjin, lewma em zend û bendên xwe badidin.

*Helbesta me ya îro tê nivîsîn zêde statîk û stabîl e û ewçend jî dîdaktîk e. Em ji vê yekê aciz in lewma em dest pê dikin.

*Di helbesta me de ev sî çil sal e her eynî çîrok û çîrvanok in, dizivirin û lê didin û lewma em ê ji vir û pê de li van deveran bin.

*Helbesta me ya heyî çirvirî ye, ti nîşane, ti hewildan, ti dînamîzm, ti heyecan tê de nemaye lewma em ê ji vir û pê de li van deveran bin.

*Helbesteke xwe ji vê serdema teknolojîyê û alav û derfetên wê mehrûm bihêle; kêm û noksan e, lewma em ê ji vir û pê de li van deveran bin.

*Divê ne tenê obje û mekanên di helbesta me de nû/jen bin her wiha divê form û teşeyên me, mirov û ferhenga me jî nû be, nûjen be, nûxwaz be lewma em ê ji vir û pê de li van deveran bin.

*Helbest bi tenê bi biwêj û gotinên pêşiyan ên hezarsalane nayêne nivîsandin, em ne dengbêj in ne jî folklorperest, dewran diguhere, ziman diguhere, ferhenga me bêsekin diguhere. Îcar çima helbesta me naguhere? Lewma em ê ji vir û pê de li van deveran bin.

*Em li dijî bekçîyên li ber derîyan in, bekçîyên ku nobedarîyê dikin li ber derîyên bi ser nûbûnê vedibin. Li çar aliyê dinyayê, komîserên edebiyatê û komîserên ziman jî tê de. Ziman, edebiyat û ferheng mal û milkê herkesî ye, bi qandî ku nebe nesîbê me yekê jî. Lewma em ê ji vir û pê de li van deveran bin.

* Tişta ku em hêvî dikin ne ev rewşa heyî ya edebiyata me ye, em qîma xwe bi vê rewşê nayînin lewma em ê ji vir û pê de li van deveran bin, me got merheba?
Biçûkêd Kurmancan Biçûkêd Kurmancan Reviewed by Biçûkê Kurmancan on 9/01/2017 01:15:00 ÖÖ Rating: 5